Hussein Habasch (Kurdistan/Germany) is a poet from Afrin. He lives in Bonn, Germany, and writes in Kurdish and Arabic. His poems have been translated into numerous languages, including English, German, Spanish, French, Chinese, Turkish, Persian, Albanian, Uzbek, Russian, Italian, Bulgarian, Lithuanian, Hungarian, Macedonian, Serbian, and Romanian. A selection of his poems has been published in multiple international poetry anthologies. He is the author of more than ten books and has participated in numerous international poetry festivals around the world.

 

English

 

 

I WANT TO SEE YOU

 

 

My love

I want to see you in the morning

At noon

In the evening and at midnight.

I want to fill my eyes by seeing you 24 hours a day!

I want to see you in all your elegance

I want to see you in your nightgowns

I want to see you completely naked, My love.

I want to see your round pomegranate breasts

I want to see your navel round like a sunflower

I want to see between your thighs, the wellspring of light!

I want to see you naked, to count your moles, mole by mole

I want to see you naked, to touch your body cell by cell

I want to see you naked, to unite with your nakedness

So that my body and yours become one.

I want to see you naked, to see the lava and volcanoes for myself

I want to see you naked, to taste the forbidden fruit

I want to see you naked, to become a painter

who paints only the goddess of beauty, I mean you!

I want to see you, to know the meaning of my existence

I want to see you, to know the meaning of the existence of love,

nature, the universe, planets, galaxies, miracles...

I want to see you, my love, I want to see you

And when I see you, I will promise you that I will lose my memory

and will remember no women in the world except you, My love

After all, since I fell in love with you,

I don't remember any other woman but you!

I want to see you

I want to see you at the beginning

The middle and the end.

I want to see you, My love…

 

 

translated by the poet

 

Kurdish

 

 

EZ DIXWAZIM TE BIBÎNIM

 

 

Yarê

Ez dixwazim te li danê sibê,

li danê nîvro, li danê êvarê

û li nîvê şevê bibînim.

Ez dixwazim 24 demijmêran

çavên xwe bi dîtina te têr bikim!

Ez dixwazim te bi hemû cil û bergên xweşik bibînim

Ez dixwazim te bi kincên xewê bibînim

Ez dixwazim te bi tevahî tazî bibînim, Yarê.

Ez dixwazim memikên te

yên xweşik wek hinaran bibînim

Ez dixwazim navika te

ya gilover wek gulberojan bibînim

Ez dixwazim nav ranên te bibînim,

ango çavkaniya ronahiyê!

Ez dixwazim te tazî bibînim

da ku xalên te xal bi xal bijmêrim

Ez dixwazim te tazî bibînim

da ku şanên laşê te şan bi şan maç bikim.

Ez dixwazim te tazî bibînim

da ku bi tazîbûna gewdê te re bibim yek!

Ez dixwazim te tazî bibînim

da ku agir û volkanan bi çavên xwe bibînim.

Ez dixwazim te tazî bibînim

da ku meyweyên qedexe çêş bikim.

Ez dixwazim te tazî bibînim,

û bibim wênekêşekî ku tenê

Xwedawya bedewiyê çê bikim, mebesta min tu yî!

Ez dixwazim te bibînim

da ku wateya hebûna xwe bizanibim

Ez dixwazim te bibînim

da ku wateya hebûna evînê, xwezayê, gerdûnê,

gerstêrkan, komstêrkan û derhozeyan bizanibim

Ez dixwazim te bibînim, Yarê

ez dixwazim te bibînim

û gava ku ez te bibînim,

ez ê sozê bidim te ku bîra xwe winda bikim

û tu jinên din ji bilî te bibîr nînim, Yarê.

Ji xwe, ji gava min ji te hez kirî de

êdî ji bilî te tu jinek din nayê bîra min!

Ez dixwazim te bibînim

Ez dixwazim te di destpêkê, di nîvî de

û di dawiyê de bibînim

Ez dixwazim te bibînim, Yarê…